
Hebûn partîya, yên ku dicêribandin Partîya Kurdistanêye Dêmkoratîk bidine parçekirinê, lê ew yek wanra li hev nehat. Derheqa wê yekeda serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokrpatîk Mesûd Barzanî gotîye.
Mesûd Barzanî ev elametî wextê axaftina xweye li kongira partîyayê, belav kirîye û nava gotinên xweda navê tu partîyake mayîn nedaye.
Mesûd Barzanî usa jî derheqa wê şaşîyêda daye dîyarkirinê, wekî komîtêya partîyayêye merkezîda êzdî tunene û serda zêde kirîye, wekî ev pirs gerekê ese bê helkirinê. “Îzinê bidin ku ez vê pirsê helkim, çimkî bona partîya me qedirekî mezine ku nava komîtêya partîyayêye merkezîda êzdî li rex mebin”,- serok Barzanî gotîye.







