H’emû nûçeSereke
Tu kes dijî mîsîya Yekîtîya Avropayê, ya dîtindarîyê nîne :Artûr Hovhannîsyan

Sêkrêtarê fraksîya parlamênta Ermenîstanê, ya “Peymana sîvîl” Artûr Hovhannîsyan wextê birîfîngê derheqa birîyara bo cîhwarkirina dîtindarên avropî li ser sînorê ermenîya-azêrîya, xeberdaye.
Bi gotina wî, gavên desthilatdarîya Ermenîstanê li gorî berjewandîyên dewletêne: “Desthilatdarîya Ermenîstanê li gorî berjewandîyên dewleta Ermenîstanê gava diavêje.Mîsîya dîtindarên Avropayê ya sîvîle û ew yek dijî tu kesî nîne. Mîsîyayê nasîya xwe bide halê li ser sînorê Ermenîstanê û ez hîvî dikim nava vê yekêda pirsên gêopolîtîkî negerin”.
“Bi saya cedandinên Ermenîstanêye dîplomatî pevketin tevî hevkarên Avropayê hatîye destanînê ku wedê mîsîyayê bidine dirêjkirinê”,- Artûr Hovhannîsyan gotîye.







