H’emû nûçeSereke
“Lîdîyan Armênîya”, hukumat û banka Avrasîyayî dokûmênt îmze kirine

Hukumata Ermenîstanê, “Lîdîyan Armênîya” û banka Avrasîyayêye pêşdaçûyînê, dokûmênta sêalî îmze kirine.
Li gorî dokûmêntê, ya bahê 250 mîlyon dolarî, kana çîyayê Amûlê wê careke din bixebite.
Hatîye dîyarkirinê, wekî ew pere wê bona xebitandina kana çîyayê Amûlê bêne xerckirinê. Hukumatê 12,5 selefê kompanîya teze bistîne, lê wê dewsa wê yekê tu tiştî nede.Derheqa wê yekêda wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
Wezîr serda zêde kirîye, wekî li van gundên dor-bera bi seda cîhên xebatê wê bêne sazkirinê û bi saya wê yekê zêdaya êkonomîkî wê ne tenê bona qezayê, lê usa jî bona temamîya Ermenîstanê kardarbe.







