
Merkeza çapemenîyê ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk êrîşên tirkaye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, yên meha sibatêda, dane tomerîkirinê.
Li gorî wan melûmetîya, piştî erdheja 6 ê sibatê, ji alîyê esker û çekdarên wane kirêkirîda 24 êrîşên sîlihkirî, yên bi xebitandina sîlihên giran û tanka hatine mîyaserkirinê.Avîyasîya tirka du derb gîhandine li cîh û warên sîvîl, yên li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê.Balafirên tirkaye cesûsî û dironên wan 348 cara ser herêmêra derbaz bûne, lê 27 cara jî balafirên leşkerî û helîkoptêrên wan sînorê Sûrîyayê teribandine.







