Sîyasî
Eskerê tirka tabîyên kurdaye li bakûrê Sûrîyayê topbaran kirîye

Artîlêrîya eskerê tirka tabîyên komên kurdaye ji Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, yên li bakûrê provînsîya Reqayê topbaran kirîye.
Hatîye ragîhandinê, wekî topbarankirin bi artîlêrîya giran û bi mînavêja hatîye mîyaserkirinê.Nava encamê wê yekêda du şerkarên kurd şihîd ketine,zîyan gihîştîye avayên dor-bera.
Li gorî înformasîya ajansa Firatê, fermandarîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, piştî erdhejê derheqa sekinandina opêrasîyonên leşkerîda elam kiribû. Feqet eskerê tirka û çekdarên wane kirêkirî, careke mayîn êrîşên bi artîlêrîyayê û dirona destpê kirine.







