H’emû nûçeSereke
Gelo Bekû bi xeberdana tevî Stêpanakêrtê desthilatdlarîya cimeta Arsaxê nas dike?

Hevdîtina duem, ya wekîlên Arsaxê û Adirbêcanê pêk hatîye. Derheqa wê hevdîtinêda sîyasetmedar Şahan Gantaharyan tevî Radar Armanîyayê qise kirîye.
Bi fikira sîyasetmedar, hê zûye ku qîmet bidine vê formata hevdîtina Stêpanakêrtê.
“Heger pirsên derheqa statûsê û paşdavegerandina axa Qerebagê nava rojevêda tunene, usaye Adirbêcan bi xwe rojevê raber dike. Li gorî melûmetîya, xeberdan derheqa dayîna gazê, vekirina korîdorêda çûye. Hevraxeberdanên tevî wekîlên Stêpanakêrtê didine kifşê, wekî Bekû desthilatdarîya Arsaxa serbixwe nas dike”,-Gantaharyan gotîye.
Derheqa agirkirinên berbi Arsaxê, sîyasetmedar gotîye wekî eva gava Bekûêye bi sirêye û cûrê kifşkirina wêye: “Bi destekî agir dike, lê bi destekî mayîn jî hevraxeberdana pêk tîne”.







