H’emû nûçeSereke
Li Tirkîyayê çar kandîdat wê beşdarî hilbijartinên serokatîyê bibin

Çar kandîdata mafê beşdarbûna nava hilbijartinên serokatîya Tirkîyayêye 14 ê gulanê stendine.
Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan kandîdatê ji “Tifaqa miletîyê”, kandîdatê ji “Tifaqa neteweyî” Kemal Kiliçdaroglû, rêberê partîya “Weten” Mûharêm Încê û kandîdatê ji tifaqa “Ata”yê Sînan Oxan wê beşdarî hilbijartina bibin.
Încê û Oxan mecbûr bûne ji piştgirên xwe sed hezar îmza berevkin, çimkî ew ji alîyê partîya sîyasîda hatine pêşnîyarkirinê.
Wextê hilbijartina, şerkarîya hîmlî wê di navbera Êrdogan û Kiliçdaroglûda pêk bê.
Em serda zêdekin wekî partîya Dêmokratîk, ya Gela /HDP/, ya ku li parlamêntê bi mezinaya xwe ya duemîne, nexwestîye kandîdatê xwe pêşnîyarke û ewê bi texmîn piştgirîyê bide Kemal Kiliçdaroglû.







