Karên Gîloyan derheqa derbazkirina pêşbirka cîhanêye sala 2024 a da, ya li Ermenîstanê xeberdaye

“Derheqa cirma fînansîda xeberdan tune.Encamê herî xirab dikare ewbe, wekî pêşbirka cîhanêye sala 2024 a, ya sporta giranîbilindkirinê, li Ermenîstanê derbaz nekin”,- derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî sportê Karên Gîloyan gotîye, dema ku ewî ew înformasîya şirove kirîye, bi kîjanê hatibû dîyarkirinê, wekî rûyê şewitandina ala Adirbêcanê, dikarin Ermenîstanê bi 300 000 yûroyî cirmkin.
Çawa bersiva wê pirsê, ku girêdayî pêşbirka sala 2024 a ra, ya cîhanê, gotûbêjkirin hebûne, yan na, Gîloyan gotîye, wekî serokê fêdêrasîyona sporta giranîbilindkirinê, ya Avropayê niha li Ermenîstanêye, lê serokê fêdêrasîyona navneteweyî duh şev çûye. “Derheqa pêşbirka sala 2024 a da em hevraxeberdana pêk tînin. Heger ev pêşbirk hetanî dawîyê li ser dereca baş bê pêkanînê, wî çaxî ew têma dikare careke mayîn bibe ya aktûal”,- Gîloyan gotîye.







