
Serokê fêdêrasîyona Avropayêye giranîbilindkirinê Antonîo Konflîtîn axaftina xwe ya li radyoya Ermenîstanêye Civakî got, wekî ev pêşbirka here başe ku min dîtîye, ku Ermenîstan amadeye pêşbirka cîhanî ya 2024 a qebûl bike.
“Pêşbirkên cuda hebûne, lê organîzeyakirina wiha nayê bîra min. Ez difikirim ku ev pêşbirka herî başe ku min dîtîye. Ji ber vî karî ez spasîya hukumeta Ermenîstanê û fêdêrasîyona giranîbilindkirinê dikim
Li gorî serokê fêdêrasîyona Avropayêye giranîbilindkirinê, şansê ku di salekê de li Yêrêvanê pêşbirka cîhanê bê lidarxistin, zêdeye. Ermenîstanê tevî çar welatên din bo qebûlkirina pêşbirka Avropayê ya 2024 a erze raber kirîye. Serokê fêdêrasîyona Avropayê wiha got: “Li gor min şansên mezin yên Ermenîstanê hene ku bi ser bikeve.
Antonîo Konflîtîn cara yekemîne li Ermenîstanêye. Ew dibêje ku herî zêde ji xelqê vir hez kirîye. “Ew vekirî, germ û hevalin”.
Derbarê pêşbirkêda jî, serokê fêdêrasîyona Avropayê bi bîr xist ku pêşbirka Avropayê ne tenê tûrnûvayeke girîng ya Avropayêye, di heman demê de ji bo lîstikên olîmpîyê jî pîvaneke.
Konflîtîn got: “Sportsmêna baş xwe amade kirine, pêşbirkek cidî heye û rêkord jî îzbatîya wêye”.







