H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê bang dike ku kirinên Adirbêcanê qîmetkin

Halê li herêmê dîsa sert dimîne. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa tevayî, ya li Prahayê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“ Menî ewe, wekî nenihêrî pevketinên dualî, Adirbêcan dîsa sîyaseta qewatê, ya gefxwerinê mîyaser dike, halê li ser sînorê tevî Ermenîstanê, Qerebagê û korîdora Laçînê her dem dide sertkirinê”,-serokwezîr gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî kirinên Adirbêcanê teribandina elametîya 9 ê mijdara sala 2020 ne.

“Eva îdî serê çar mehaye, wekî cimeta Qerebagê ji mecala çûyîn-hatina aza miqûf  maye.Adirbêcanê usa jî dayîna ênêrgîya êlêktrîkî û gazê daye sekinandinê. Xurek li wir bi çêka tê dayînê û krîzeya hûmanîtarî kûr dibe”,- Paşînyan gotîye.

Ewî usa jî gotîye, wekî civaka navneteweyî gerekê qîmetê zelal bide vî halî, bi taybetî hesabhildana wê yekê wekî Adirbêcan wan kirina bona amadekirina paqijkirinên êtnîkîye li Qerebagê mîyaser dike.

“Nava vê hemtêkstêda şandina koma navneteweyî li Qerebagê pêwîstîye”,- ewî gotîye.

Paşînyanê serokwezîr usa jî gotîye, wekî nenihêrî wan hemû dijwarîya, hukumata Ermenîstanê rojeva aşîtîyê qebûl kirîye. “Em difikirin wekî xêncî aşîtîya li herêmê, rêyeke başqe tune û ew yek tenê armanc nîne, lê mecale, bona ku pêwandîyên di navbera cimet û welatên herêmêda bêne normaklkirinê û pêşda herin”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button