H’emû nûçeSereke

Hesarkirina dêrên ermenî çawa yên “afxanî” komkujîya çandîye”: Stêpanakêrt

Li Adirbêcanê bi dereca dewletê sîyaseta tunekirina hemû tiştên ermenî tên mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Arsaxê Davît Babayan gotîye.

“Bêguman, tunekirina hemû tiştî her dem nayê stendinê. Li wandera, li kîderê mîrata ermenî heye, heykelên ku ji ber çevê civaka navneteweyî bûne, ji ser bûyarên dinîyayê tên tunekirinê.Feqet hene mînak, dema ku mîrata ermenî li ber çevê civaka navneteweyî hatîye tunekirinê, çawa ku ew  yek  li Nexçêvanê qewimî. Feqet, li wandera, li kîderê nikarin wê yekê bikin, dicêribînin dîroka heykela bidine guhartinê û dicêribînin navên wan biguhêrin. Çi ku derheqa dêra Hadrûtêdane, ew yek kirine ser navê “afxana” û wê yekê meriv dikare çawa komkujîya çandî hesabke.Wekîlên komên wî cûreyî  10-15 sal pêşda li Tirkîyayê qesidîne û dêra li ser gola Wanê, ya ermenî çawa ya afxanî hesab kirine”,- Davît Babayan gotîye.

Bi gotina wî, cêribandinên wî cûreyî wê dîsa bên kirinê. Rêjîma Elîyêv wê yekê berdewam dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button