
Li Şahbayê avtomaşîna leşkerên rûs teqîyaye.
Li gorî înformasîyayên stendî, ev bûyar di navbera gundên Hêrbêlê û Ûm Xoşê qewimîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî nava encamên gulebarandinêda kuştî û birîndar hene. Feqet eyan nîne ku ev êrîş ji hewê hatîye mîyaserkirinê, yan avtomaşîne li ser mînê teqîyaye. Derheqa vê bûyarêda înformasîyayên fermî tunene.







