H’emû nûçeSereke
Paşînyan sazkirina mêxanîzma navneteweyî ya nava dîyaloga di navbera Qerebagê û Adirbêcanêda çawa ssênara here baş hesab dike

Sazkirina mêxanîzma navneteweyî, ya nava dîyaloga di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda ssênara here başe.Derheqa wê yekêda wextê civîna hukumatê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku ewî derheqa halê li Qerebagê xeberdaye.
“Niha pirsa me ewe, ku diha zêde guhdarîya navneteweyî teglîfî ser krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê bikin, bi rêyên dîplomatî û nava çapemenîya navneteweyîda halê li Qerebagê raberkin.Nava vî wedeyîda pêwîstîya mezin pêşda hatîye ku mîsîya dîtindarîyê bişînine Qerebagê. Bi wê yekêva tevayî sazkirina mêxanîzma navneteweyî ya nava dîyaloga di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda ssênara here başe”,- Paşînyan gotîye.
Ewî gotîye wekî gerekê bona wê yekê hemû cedandina bidine xebatê.







