H’emû nûçeSereke

Îzinnedayîna wê yekê ku barê hûmanîtarî here Qerebagê wê armanca Bekûyê ya bona komkujîyê îzbatke: Paşînyan

Îzinnedayîna wê yekê ku barê hûmanîtarî here Qerebagê wê armanca Bekûyê ya bona komkujîyê îzbatke.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna li hukumatê gotîye.

Serokwezîr bîr anîye, wekî 26 ê tîrmehê bi birîyara koma hukumatêye xebatê piştgirî bona cimeta Qerebagê hatîye amadekirinê û 361 tonna barê hûmanîtarî bona cimeta Qerebagê hatîye şandinê, ya ku nava krîzeya hûmanîtarîdane.

“Me hîvî ji aşîtîparêzên Rûsîyayêye li Qerebagê cîhwarkirî kirîye, ku wî barî qebûlkin û cîguhastî Qerebagê bikin, li kîderê rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda krîzeya hûmanîtarî destpê bûye. Adirbêcan îzin nade ku ew bar bi korîdora Laçînê derbazî Qerebagêbin.Ev yek tiştê nefemdarî û ne yê neqebûlkirinêye”,-Paşînyan gotîye.

Adirbêcanê menî digirt, ku giva Ermenîstan korîdorê bi armancên leşkerî dide  xebatê.Serokwezîr ev yek çawa tiştekî ne nêzîkî aqila hesab kirîye û gotîye wekî Adirbêcanê menî girtîye ku korîdora Laçînê wî cûreyî bide girtinê. Berî şandina wî barî, dîplomatên welatên der yên li Ermenîstanê teglîf kirine ku ew dîna xwe bidine barê wan avtomaşîna. Dikevine nava wî barî 100 tonna ar, 80 tonna makaron, 60 tonna şekir, 40 tonna rûn, 40 tonna toza şîr, 20 tonna xwê, 12 tonna xwerina zaroka û 9 tonna derman.

“Dêmek, bona çi Adirbêcan îzinê nade ku ev bar bikevine Qerebagê, gelo armanca Adirbêcanêye rast ewe, ku cimeta Qerebagê nava xelayêdabe û rastî komkujîyê bê? Feqet em hîvîya bersiva aşîtîparêzên Rûsîyayê û ya Bekûya fermîne, çimkî îzinnedayîna derbazkirina vî barê hûmanîtarî, wê îzbatke ku meremê Bekûyê mîyaserkirina komkujîya li Qerebagêye”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button