H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan hevpeyvîn daye Euronews ê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr hevpeyvîn daye kompanîya têlêvîzîyonê ya Euronews ê. Derheqa wê yekêda berdevka çapemenîya serokwezîr Nazêlî Baxdasaryanê gotîye.
“Serokê hukumatê derheqa krîzeya hûmanîtarî, dîlên ku li Adirbêcanê tên xweykirinê û usa jî pêwîstîya dîyaloga Stêpanakêrtê û Bekûyê, ya bin bandora mêxanîzmên navneteweyî xeberdaye.
Wextê hevpeyvînê, xeberdan derheqa girtina korîdora Laçînê, ya neqanûnîda çûye. Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî xala şeşa, ya elametîya 9 ê mijdarêye sêalî gerekê bê dasekinandinê.
Bi bîranîna derheqa birîyarên mehkema edaletê ya navneteweyî, serokwezîr careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî ew birîyarên borcdarkirî hetanî niha nehatine qedandinê”,- ewî gotîye.







