
Nava hevt mehên sala îsalinda li Adirbêcanê 44 leşker hatine kuştinê.Piranîya wan nava qewilên edilda hatine kuştinê. Derheqa wê yekêda nava raporta înstîtûta lêkolînên leşkerî, ya Kaspîyê hatîye gotinê.
Bi gotina wê organîzeya nehukumatî, li gorî lêkolîna, neh leşker wextê opêrasîoynên leşkerî, dudu rûyê teqîna mînada, lê 39 leşkerên mayîn nava qewilên edilda hatine kuştinê.
Organîze dide kifşê, wekî ji wan leşkera 12 meriv “bi xwe xwekuştine” û van dawîya hejmara xwekuştina zêde bûye.
Li gorî raportê zîyana hêzên Adirbêcanê ji sala 2003 a da hetanî niha gihîştîye 4463 leşkerî. Hatîye dîyarkirinê wekî 3582 leşker nava qewilên şêrda hatine kuştinê, lê 881 leşker nava qewilên edilda.







