SerekeSîyasî

Li Kurdistanê qedirê bîranîna 8000 barzanîya girtine

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî qedirê bîranîna 8000 mêrên Barzanî girtine, yên ku 40 sal pêşda  ji alîyê rêjîma “Baas” ê da hatine kuştinê.

“Nenihêrî wê yekê, wekî 40 sal pêşda ev xirabkarî hatine kirinê, lê mixabin em hê şovînîzmê û armanca zîyandayînê, ya dijî miletê kurd ji alîyê hinek meriva û partîyada dibînin. Pirsgirêka miletê me hebûye, ya ji alîyê vê mêntalîtêta nemerivatîyêda, ya ku kanîya konflîkta û neqewînbûnêye, him bona temamîya Îraqê û him jî bona herêmê”,- nava elametîya serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanîda hatîye gotinê.

Mesûd Barzanî razalixî elamî binelîyên Hewlêrê, Herîrê, Soranê kirîye, wekî wî çaxî wextê rojên giran alîkarî dane binelîyên Barzanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button