Opozîsîya bang dike ku dijî desthilatdarîya Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê

Partîya Adirbêcanêye enîya miletîyê bangî civaka navneteweyî ya dêmokratîk dike, ku dijî desthilatdarîya Adirbêcanêye avtorîtar sanksîya bidine xebatê. Derheqa wê yekêda asajnsa Tûranê nivîsîye.
“Admînîstrasîya Îlham Elîyêv dixweze Adirbêcanê werguhêzî welatekî usa bike, yê ku wê mînanî Korêya Bakûrbe û civaka navneteweyî borcdare ku destûra wê yekê nede”,- nava elametîya partîya opozîsîyonda hatîye gotinê.
“Menî ewe wekî ew mafên wan mêriva diparêzin, yên ku mafên yên mayîn teribandine.1 ê tebaxê komeke wan meriva dijî wê yekê derketibû, wekî xebatkarên polîsîyayê mopêdên wan dane sekinandinê û ew birine meydana cirmkirinê.Piştî wî şikyatî serokê îdarê Efîyadîn Memedov bi 30 î rojî hatibû girtinê. Rojên mayîn jî endamên îdarê hatine girtinê.
Partîya opozîsîyon difikire wekî gunehkarkirinên pêşdakişandî yên nerastin û elam dike wekî ew meriv rûyê şuxulkarîya civakîda bûne hedef.
Partîya opozîsîyon wê yekê şermezar dike û dewê dike ku wan merivên girtî aza berdin.
Xêncî wê yekê partîyayê dew kirîye, ku nêzîkbûna wî cûreyî, ya dijminatîyê ya hindava opozîsîyayê bidine hildanê.Van mehên dawî şuxulkarên sîyasî û civakî bi menîyên sîyasî hatine girtinê. Niha li hebsada 8 aktîvîstên wê partîyayê hene.







