Paşînyan û Mîşûstîn hêvîdarin wekî hevkarîya Ermenîstanê û Rûsîyayê wê pêşerojêda zêdetir kardarbe

Berî civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, ya ku li Ermenîstanê pêk tê, serokwezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayê Nîkol Paşînyan û Mîxayîl Mîşûstîn rastî hevdu hatine.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî serokwezîrê Ermenîstanê bîr anîye ku wextê hevdîtina dawî, ya tevî Mîşûstîn alîyê rûsa soz dabû, wekî zûtirekê li dergehê sînore Larsa Jorin wê rêyên nû bêne vekirinê, çimkî wan dawîya sirêyên bi kîlomêtira pêşda hatibû.Ew sozdayîn îdî mîyaser bûye û hema ew yek, bi gotina Paşînyan, nava pêwandîyên dualîda bûyareke girînge.
“Li gorî encamên sala 2022 a zivira eşîyaye di navbera herdu welatên meda gihîştîye pênc mîlyard dolarî. Ew dîsa zêde dibe û nava sala îsalinda ew îdî sê mîlyarda derbaztir bûne, lê dawîya salê ewê ji sala 2022 a zêdetirbe. Pêwandîyên me qewînin û ew yek hîm dide ku em bêjin, ku hevkarîya meye pêşerojê wê zêdetir kardarbe”,-serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.
Serokê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn jî sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî hemcivîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi strêtacî û alîyê pirsên ku tên gotûbêjkirinê, bi kemala xweva girînge.
“Em hevkarîya stratêcî, ya di navbera herdu welatên meda girîng hesab dikin.Pêwandîyên kirîn-frotanê pêşda diçin, zivira eşîya zêde dibe. Çi ku derheqa înîsîyatîvayên mayîndane, em hevkarîya nava goveka ênêrgetîkî, rêsûrsên tebyetê, locîstîkîda berfireh dikin. Cêrge bername hene, yên ku girêdayîne goveka têknolocîyara”,- serokwezîrê Rûsîyayê gotîye.







