Îro li Ermenîstanê destbi telîmên leşkerî yên ermenîya-amêrîkîya dibin

11-20 ê îlonê li Ermenîstanê telîmên leşkerî yê ermenîya-amêrîkîyaye “Eagle Partner-2023” wê bên derbazkirinê .
Telîm wê li navenda perwerdeyê “Zar” ya aşîtîyê ya wezîreta Ermenîstanêye parastinê û navenda perwerdehîya N ya wezîreta parastinê di çarçoveya amadekarîyên ji bo beşdarbûna mîsyonên aştîyê yên navneteweyî de bên lidarxistin. Ew tê wateya opêrasyonên aramkirinê di navbera alîyên nakokda di dema mîsyonên aşitîyê de.
“Armanca telîma ewe ku di çarçoveya opêrasyonên aşîtîyê de asta hevxebata yekîneyên beşdar di mîsyonên aşîtîyê yên navneteweyî de zêde bike, di warê rêvebirin û ragîhandina taktîkî de pevguhertina pratîkên herî baş pêk bîne û her wiha zêdekirina amadehîya ermenîyane.Yekîneya ji bo nirxandina plankirî ya NATO “Konsêpta kapasîteya opêrasyona” Ermenîstanê di peyama wezîreta parastinêda hatîye gotinê.
Moskova fermî li himberî telîmên leşkerî yên hevpar yên bi alîyê amerîkî ra li Ermenîstanê rêaksîyoneke neyînî nîşan da û di hevtîya dawî de gelek caran “fikar” nîşan da.







