Yêrêvanê bona îzbatkirina statûta Romayê pêşnîyar şandine Moskvayê: Marûkyan

Ermenîstanê bona îzbatkirina qanûndarîya Romayê, bona halê dora vê pirsê sazbûyî, pêşnîyar şandine Rûsîyayê.Wextê hevpeyvîna tevî TASS ê, derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan gotîye.
“Çi ku derheqa statûta Romayêdane, ez dikarim bêjim, wekî bona wê yekê pêşnîyar şandine Rûsîyayê, hevdîtin pêk hatîye û xebat pêşda diçe. Tiştekî zelale, wekî statûta Romayê ne ku dijî Rûsîyayêye, lê bona wê yekêye ku Adirbiêcanê li ser axa Ermenîstanê xirabkarî mîyaser kirine.Hevkarên meye rûs derheqa wê yekêda zanin.Ew yek gerekê ji alîyê civaka navneteweyîda bê gunehkarkirinê”,- Marûkyan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî wezîreta Ermenîstanêye karên der wê bersiva nota wezîreta Rûsîyayê bide. Bi axaftina derheqa pêkanîna telîmên ermenîya-amêrîkîya, Marûkyan gotîye, wekî ew telîm nava dorana mîsîya aşîtîparêzîyêda tên pêkanînê.
“Cara ewlin ew telîm sala 2011 a hatine pêkanînê, lê wî çaxî pirs pêşda nehatine.Nava dorana wê mîsîyayêda ev telîm yên ewlin nîbûne, wekî welatê me jî beşdar dibe”,- Êdmon Marûkyan gotîye.







