H’emû nûçeSereke

Gerekê gavên lez bêne avîtinê: Mîrzoyan rastî Borêl hatîye

Di çarçoveya 78 a ya civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyîda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  rastî bi nûnerê têkilîyên der û ewlehîyê yê Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl  hatîye.

“Li ser nîyeta Adirbêcanê ya li ser Qerebaxa Çîya hat axaftin, ku li dijî pîvanên bingehîn yên hiqûqa navneteweyîye û bi awayekî eşkere armanc dike ku gelê Qerebaxê ji welatê xwe bêpar bike. Hevkarên navneteweyî, Yekîtîya Avropayê jî di navda, ji bo pêşîlêgirtina wê gavên lezgîn bavêjin”:- Mîrzoyan malpera xweye X ê da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button