H’emû nûçeSereke
HayPost xelata taybet ji Post Avropaye wergirt

Li civîna giştî ya sala 2023 a Post Avropa ku li paytexta Slovakîyayê Bratîslavayê hat lidarxistin û ji bo 30 emîn salvegera Post Avropa hat lidarxistin, HayPostê xelata herî bilind ya “Steyrka Hilketî” wergirt. Xelat ji HayPost re ji bo çareserîyên nûjen yên posteyê, û hem jî ji bo polîtîkayên dostane yên xerîdar hate dayîn. Li gorî “Armenprêss”ê, HayPostê di vê derbarê de peyamek belav kirîye.
Alîkarê HayPost Artak Xûlyan û serokê karûbarên posta navnetewî Yûrî Hayrapetyan ji hêla Botonf Szêbênî, midûrê giştî yê Post Avropayê hatin xelatkirin û got ku HayPost hem di warê peydabûna karûbar û hem jî di gihandina daneyên elektronîkî de pêşkeftineke girîng bi dest xistiye.







