H’emû nûçeSereke

Şêwirên sîyasî li Bûxarêstê, yên di navbera wezîretên   Ermenîstanê û Rûmînîyayêda

30 ê  cotmehê li Bûxarêstê di navbera wezîrên  Ermenîstanê û Rûmînyayêye karên der şêwirên sîyasî derbaz bûne. Ji wezîreta karên der  elamî  NEWS.am ê kirine,  wekî şanda Ermenîstanê bi serokatîya cîgirê wezîrê karên der Parûyr Hovhannîsyan, lê şanda Rûmînîyayê jî ji alîyê wezîrê karên der bi serokatîya Yûlîan  Fotan pêk hatye.

Li ser gelek mijarên  rojeva dualî ya ermenîya-rûmînada, herdu alîyan dîyaloga sîyasî ya di navbera herdu welatanda bilid qîmet kirin. Derbarê îmkanên berfirehkirina hevkarîyê di warên cûre-cûre  û hevkarî û piştovanîya hevdu di çarçoveya rêxistinên navdewletîda hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê  wezîrê  Ermenîstanêyî karên  der rewşa însanî ya ku nava encama sîyaseta paqijkirinên êtnîkî ya ji alîyê Adirbêcanêda pêk hatîye,  raberî  alîyê rûmîna kir û amaje bi hewldanên dewletê yên ji bo piştgirîkirina penaberên bi destê zorê yên ji  Qerebaxê kir. Parûyr Hovhannisyan ji ber alîkarîyên mirovî yên ku ji bo hewcedarîyên penaberan hatine kirin, spasîya alîyê rûmîna kir.

Wextê şêwirdarîyê li ser gelek mijarên herêmî û navneteweyî yên ku di berjewendîya herdu alîyandane,nêrînên xwe hatin guftugu kirin.Civînêda  behsa hevkarîyên berfireh yên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda hat kirin. Parûyr Hovhannîsyan bal kişand ser girîngîya şandina mîsîya  Yektîya Avropayeyê li Ermenîstanê, di çarçeweya ferzkirina hewildanên ji bo yekparçeyîya ax û serwerîya Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button