Ermenîstan û Îran dikarin bernama bi sernavê “Gaz dewsa ênêrgîya êlêktrîkî” bidine sêbarekirinê

Ermenîstan û Îran dikarin bernama bi sernavê “Gaz dewsa ênêrgîya êlêktrîkî” bidine sêbarekirinê.
Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye.
“Di navbera herdu welatada xeta gazê heye û du meh pêşda me peymana “Gaz dewsa ênêrgîya êlêktrîkî” da dirêjkirinê. Nava pêwandîyên herdu welatada ew yek gaveke stratêcî bû.Bi saya wê peymanê emê bikaribin ji Ermenîstanê ênêrgîya êlêktrîkî dewsa gazê bidine zêdekirinê, bidine sêbarekirinê, yan jî çarbarekirinê. Bernamên baş tevî Ermenîstanê hene.Xeta sêem, ya ênêrgîya êlêktrîkî heye û em hêvîdarin nava mehên pêşîya meda çêkirina xetê wê ser hevda bê”,-bayloz gotîye.
Bayloz bîr anîye, wekî sala derbazbûyî zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Îranêda gihîştibû 711 mîlyon dolarî.Ewî bi hêvîdarî gotîye, wekî sala îsalin ew hejmar wê bighîje mîlyardekî.







