Medê Adirbêcanê wextê xwerinê vedibe: sîaysîzan

Nava pêwandîyên tevî Ermenîstanê bona Adirbêcan hal tu cara yê statîk nîbûye.Dewekarîyên Bekûêye hindava Ermenîstanê û Qerebaxê her dem hatine guhartinê.Derheqa wê yekêda Alêksandr Îskandaryanê sîyasîzan gotîye.
Ewî bîr anîye wekî pêşda dewekarîyên Adirbêcanê derheqa axa dora herêma Qerebaxêye otonom bûn, paşê derheqa korîdora berbi Ermenîstanê û derheqa hejmara wanda bûn.
“Piştî şerê sala 2020 î me îdî derheqa wê yekêda digot, ku korîdora Laçînê wê çi cûreyî bişuxule. Cara dawî çend roj pêşda îdî leşkerê ermenî hatîye kuştinê. Mede wextê xwerinê vedibe û tabîyên Bekûyê pêşda dilivin.Elîyêv gihîştîye Qerebaxê û ewê bicêribîne tabîyên xwe bide qewatkirinê”.
Li gorî hinek hesaba, nêzîkî 160 çargoşe kîlomêtrê axa Ermenîstanê ji alîyê Adirbêcanêda hatîye dagirkirinê.Heger em lê binihêrin ku ew kîjan cîhne, wî çaxî zelal dibe wekî ew bona wê yekêne ku bi cûrê gefxwerina, yan jî şêr li ser Ermenîstanê tehsîrkin.
Tehsîra li ser Ermenîstanê ne ku bona hinek armancane, lê usa jî bona armanca Adirbêcanêye cudaye”,- pêşezan gotîye.







