H’emû nûçeSereke
Paşînyan û Pûtîn wextê gera li mûzexana “Pavlovsk” ê qise kirine /vîdyo/

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn nava çarçoveya hevdîtina nefermî, ya Welatên Hevalbendîya Serbest li Sankt Pêtêrbûrgê, wextê gera li mûzexana “Pavlovsk” ê qise kirine.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda ajansa TASS ê elam kirîye.
Nava vîdyoya belavkirîda tê kifşê, ku Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn ji hemûya hinekî dûr sekinîne û bi aktîvî qise dikin.







