Ermenîstan gerekê bikaribe rîya Adirbêcanêye hesinî bide xebatê: Ararat Mîrzoyan

Alîyê ermenî hêvîdare wekî Adirbêcanê nêzîkbûna dînamîk bide kifşê û hevraxeberdan wê berdewam bibin.Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Yûnanistanêyî karên der, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
Wezîr gotîye wekî serokê Adirbêcanê sala 2023 a nexwestîye li Granadayê û li Bryûsêlê beşdarî hevdîtina bibe. Li Têhranê sala 2023 a da bi dereca wezîrên karên der û sêkrêtarên ewlehkarîyê hevdîtinên nefermî pêk hatine.
“Bi wê yekêva tevayî me gavên çêkirinê jî ji alîyê Bekûyêda dîtin, mesele azaberdana dîla”,-wezîr gotîye û serda zêde kirîye,wekî alîya pêşnîyarên peymana aşîtîyê pevguhartine.Pêşnîyarên Adirbêcanê dawîya meha kanûnê hatine stendinê, lê yên ermenî 4 ê meha çile hatine şandinê.
“Ew prînsîp gelek cara hatine belavkirinê: naskirina yekîtîya têrîtorîyayên hevdu.Qayîlnivîsar gerekê prînsîpên zelal bide kifşê, li ser bingeha kîjana pêvajoya kişfkirina sînora gerekê bê mîyasekirinê. Bona Ermenîstanê ev yek pirseke girînge”,-wezîrê karên der gotîye.
Bi gotina wî, rûyê tunebûna zelalbûnêda pêşerojêda dikarin êskalasîya û agrêsîya hebin, lê qayîlnivîsara aşîtîyê gerekê ya usabe bona ku pêşerojêda qewînbûn nekeve bin şikberîyê.
Prînsîpeke mayîn jî ewe,wekî rêyên herêmêye êkonomîkî gerekê bêne vekirinê. “Aşîtî tenê ew nîne ku agirkirin tunebin.Ew yek sînorên vekirî, çûyîn-hatina eşîya û merivaye. Meriv nikare halekî usa çawa aşîtî navke, dema ku Ermenîstan nava dorpêçkirinêda dimîne. Vekirina rîya jî gerekê bi çend prînsîpa biqewime. Heger rîya Adirbêcanê, ya berbi rêyên ermenî hebe, wî çaxî Ermenîstan jî gerekê bikaribe rêyên Adirbêcanêye hesinî bide xebatê”,-wezîrê karên der gotîye.







