SerekeSîyasî

Li Hewlêrê sêntêrê Dana Vîzeya çînê hat vekirin

Di merasîmekê de li konsûlxaneya giştî ya Çînê li Hewlêrê, sêntêrê Dana Vîzeya Çînê hat vekirin.Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di konfêranseke rojnamevanî de, bi berhevbûna balyozê Çînê li Îraqê Cui Wei û konsûlê Çînê li Herêma Kurdistanê Lîû Jûn, ragehand, “Îro yek ji wan rojan ye yên ku yek ji daxwazîyên xelkê Herêma Kurdistanê bi cih hat, ew jî dana vîzeya Çînê li Herêma Kurdistanê ye”.

Parêzgerê Hewlêrê tekez li ser mukomkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Çînê, xazima peywendîyên bazirganî û pîşesazî, kir.

Ûmêd Xoşnaw herwesa got, “Vekirina sêntêrê Vîzeyê li bajarê Hewlêrê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê gelek giring e, ku armanc jê hêsankarî ye ji bo welatîyan, geştyaran, bazirganan û weberhêneran”.

Her dîsa amaje da, “Daxwaza me herdem ji welatê Çînê ew bû ku welatîyên me ji bo wergirtina vîzaya Çînê serdana Bexdayê yan Stenbolê nekin, lê niha cîhê îye ku welatîyên Herêma Kurdistanê dikarin onlayn vîzeya welatê Çînê werbigirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button