H’emû nûçeSereke

Xeleqa dora rêjîma Adirbêcanê çiqas diçe teng dibe: baylozê Ermenîstanêyî li Bêlcîkayê

Eşaretîyên ji Yekîtîya Avropayê, yên bona Adirbêcanê encamên tabîya Adirbêcanêye agrêsîvva girêdayîne. Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî li Bêlcîkayê, Tîgran Balayan wextê qisa tevî radyoya “Aza” ê, gotîye.

“Heger em ji alîyê dîrokêva lê binihêrin, em dikarin bêjin wekî xeleqa dora  rêjîma Adirbêcanê, yan jî ya Elîyêv çiqas diçe teng dibe.Çiqas rêsûrsên wê hebin, ku ew ber xwe bidin, ez nikarim bêjim”,-bayloz gotîye.

Ji Bryûsêlê eşaretî dane Adirbêcanê,wekî gavên dijî axa Ermenîstanê tiştê qebûlkirinê nînin û teribandina yekîtîya axa Ermenîstanê wê encamên giran yan jî berk pêşda bînin. Girêdayî wê yekêra radyoya “Aza” ê pirs daye bayloz û pirsîye ku gelo Yekîtîya Avropayê xemgîne ku nava pirsa yekîtîya axa Ermenîstanê xemgînî hene yan jî Yekîtîya Avropayê qezîyayê dibîne, baylozê Ermenîstanê wa gotîye: “Ev elametî, yên girêdayî yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wêva, tiştê nû nîne. Heger tê bîra we, wextê êtapa dawî, ya paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê, civîn pêk hat, li kîderê ne tenê birêz Borêl, lê cêrge wezîrên avropî bi axaftin pêşda hatin û eşaretî dane Adirbêcanê. Feqet, birêz Elîyêv û wekîlên rêjîma wî ji elametîyên agrêsîv dûr neman.

Birêz Elîyêv dixweze xwe çawa dîktator û zordar bide kifşê, ku ew çi bixweze dikare bike.

Vî hemû tiştî gerekê nava wê hemtêkstêda lê binihêrin. Lê heger ji alîyê dîrokêva lê binihêrin, ez dikarim bêjim wekî xeleqa dora Adirbêcanê yan jî rêjîma Elîyêv çiqas diçe teng dibe. Ez difikirim,wekî dikarin  wan encamên baş nîşanî Adirbêcanê bikin, kîjan dikarin bêne dîyarkirinê.Elametîya birêz Borêl hema şedetîya wê yekêye, lê bi wê yekêva tevayî ez bêjim wekî meha hezîranê li Yekîtîya Avropayê wê hilbijartin pêk bên. Li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî jî wê hilbijartin hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button