H’emû nûçeSereke

“Ragîhanên bêyî sînor” pêla girtina rojnamevanan li Adirbêcanê şermezar kir

Rêxistina “Ragîhanên bêyî sînor” pêla girtina rojnamevanan li Adirbêcanê ku di 20 ê mijdarê de, berîya hilbijartinên serokkomarîyê dest pê kiribû, şermezar kir û bang li Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê  kir ku bi tundî vê êrîşa li ser mêdyaya girseyî şermezar bike.

Daxuyanîyê de tê gotin ku dadgehkirin û binçavkirina rojnamevanên ku li ser gendelîyê di êlîta desthilatdar ya Adirbêcanê de lêkolîn dikin, piştî opêrasîyona Qerebaxa Çîya, ku piştî kontrolkirina Bakûyê gelê herêmê neçar ma koçî Ermenîstanê bike.

“Bi xema windakirina hêza seferberî ya şer, serok Elîyêv hewl dide ku çend dezgehên ragîhandinê yên serbixwe yên ku hîn li Adirbêcanê kar dikin bêdeng bike û nûçeyên wan dibe ku rewabûna wî bipirse. Em bang li welatên endamên Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê   dikin ku li himber zextên aborî û manîpûlasîyonên hukumeta Adirbêcanê bisekinin û bi tundî hewildanên wê yên ji bo redkirina gîhandina rojnamegerîya pêbawer şermezar dikin”,- seroka beşa Avropa Rojhilat û Asyaya Navîn ya rêxistinê, Janna Kavêlînê dîyar kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button