
Desteya konsûlxaneya giştî ya Amêrîkayê li Hewlêrê îro bi hinek peyamnêrên wan medyayên Amnrîkayî re civtya yên ku nivîsîngehên wan li Hewlêrê hene û ragehand, “Amêrîka bi kêmbûna berçav ya binpêkirinên azadîya ragehandinê li Herêma Kurdistanê dilxweş e, ew jî piştevanîya jîngehekê dike ku tê de rojnamevan bikarin bi azadî û bê tirs, alîgirî û karkirina li ser bingehên partatîyê karê xwe bikin”.
Ev di demekê de ye ku konsûlxaneya giştî ya Amêrîkayê li Hewlêrê bi rengekê berdewam çavdêrîya azadîya ragehandinê û dîyarkirina dîtin û nêrînan li Herêma Kurdistanê dike û serdana dezgehên ragehandinê li Herêma Kurdistanê dike. Herwesa pêşwazîya rojnamevanan jî dike ji bo ku ji nêz ve dîtin û nerînên wan li ser astê azadîya dîyarkirina dîtin û nerînan li Herêma Kurdistanê werbigirin.
Li ser bigeha hebûna bawerîyê bi bingehên navdewletî û azadîyên rojnamevanî, kabînêya nehê ya hökömeta Herêma Kurdistanê bizav kirîye ku herî zêde azadîya dîyarkirina dîtin û nerînan hebe û canê rojnamevanîyê parastî be, ji bo ku azadî û şefafîyet li ser bingeha parastina berjewendiyan pêş ve biçin.







