H’emû nûçeSereke

Pirsên girêdayî  hevkarîya di navbera Ermenistanê û Misirê, yên pêşxistina hevkarîya nava govekên cudada hatine gotûbêjkirinê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan ku bi serdana fermî li Misirêye, rastî serokkomarê  Misirê  Abdêl Fetah Sîsî hatîye.

Pêşîyê di navbera rêberên herdu welatanda sohbeteke taybet hatîye kirin û piştra jî bi awayekî berfireh gotûbêj berdewam kirine.

Serokkomarê Misirê seredana fermî ya serokwezîr Paşînyan silav kirîye û gotîye ku ev seredan wê hêzeke nû bide geşkirin û berfirehkirina hevkarîya piralîye di navbera Misirê û Ermenistanêda. Abdêl Fatah Sîsî bal kişandîye ser pêwandîyên dostîyêye bi sedsalan, yên di navbera gelên ermenî û misirî, û gotîye ku rola civaka ermenî ya li Misirê di pêşxistina warên cuda da li welêt heye.

Serokwezîr Paşînyan spasîya pêşwazîya germ kirîye û gotîye ku hukumeta Komara Ermenîstanê bi berfirehî û kûrkirina pêwandîyên bi Misrêra eleqedare. Serokwezîr berfirekirin û kûrkirina hevkarîya bazirganî û aborî girîng hesab kirîye û derheqa pêwîstîya pêşxistina pêwendîyên bazirganî ji xeberdaye.

Serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Misirê li ser çend pirsên pêkanîna bernameyên nû yên hevbeş di warên aborîyê, binesazîyê, tûrîzmê, têknolojîyên bilind, perwerdê û çandê gotûbêj kirine.

Her wiha di hevdîtinêda mijarên pêvajoyên li herêmên Başûrê Qafqasyayê û Rojhilata Navîn diqewimin, hatine gutûbêjkirinê. Her du alîyan pirsên li ser bihêzkirina aştî û aramîyê û cîbicîkirina gavên berdewam di wî warîda kirine.

Serokwezîr Paşînyan derbarê gotûbêjên li ser peymana aştîyê ya Ermenîstan û Adirbêcanê bi hûrgilî raberî  hevalkarê xwe yê Misrê kirîye û amaje bi helwestên prînsîpên  alîyên ermenî kirîye. Her wiha behsa projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê û prînsîpên wê hatîye kirin.

Nîkol Paşînyan her wiha amaje bi pirsgirêkên mirovî yên kesên ku ji Qerebaxa Çîya bi destê zorê hatine koçberkirin û gavên ku hukumeta Ermenîstanê ji bo çareserkirina wan avîtine, kirîye.

Piştî hevdîtina Nîkol Paşînyan û Ebdil Fatah Sîsî bi amadebûna serokên herdu welatan, merasîma îmzekirina dokûmêntên di navbera Ermenîstanê û Misrê da hatîye kirin.

Bi taybetî di navbera wezîreta Ermenîstanêye aborîyê û wezîreta Misirêye hevkarîya navneteweyî da li ser hevkarîya aborî peymanek hatîye îmzekirin. Ji alîyê Ermenîstanêda cî girê wezîrê êkonomîkayê Rafayêl Gêvorgyan û wezîra hevkarîya navneteweyî ya Misirê Ranîa Êl Maşatê va îmze kirine.

Di navbera wezîreta aborîyê ya Komara Ermenîstanê û wezîreta çandinî û başkirina erdê ya Misirê de plansazîya pêkanîna  salên 2024-2026 a li ser hevkarîya zanistî û têknîkî ya di warê çandinîyê da hatîye îmzekirinê. Ew Rafayêl Gêvorgyan û wezîrê Misirêyî çandinîyê Sayêd Êl Kaser îmze kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button