H’emû nûçeSereke

Tabîyên Adirbêcanê û Tirkyayê mînanî hevdune:Mîrzoyan derheqa navçîgarîya Enqerêda

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan dîyar kirîye ku Tirkîyayê gelek caran hewl daye ku di pêvajoya çareserîya ermenîya-azêryada navbeynkarîyê bike. Li gorî ragîhandina “Armênpress”-ê, Mîrzoyan di hevpeyvînekê de li gel kanala TRT World ê ev yeka gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo Tirkîya heta niha hewl daye di hinek mijaranda navbeynkarîyê bike, yan jî dora hinek pirsa Ermenîstanê û Adirbêcanê bike yek.

“Belê, me çend cara hewildanên usa dîtine. Li gel hemû rêz û hurmetê, bersiva me ew bû ku ji bo navbeynkarîyê û ev ne tenê ji bo tirkîyê, ji bo hemû aktorên mayîne, divê em bibînin ku helwest û nîyeta navbeynkarîyê balanskirîne, bi temamî nêytralin. Em dikarin bêjin, bi kêmanî femdarîbûn ewe ku tabîyên Adirbêcanê û Tirkîyayê wek hevin, yên ku atmosfêra çênakin. Lê belê me nêrînên xwe pêşkêş kirine û li ser vê mijarê nîqaşeke avakir jî tê kirin”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button