H’emû nûçeSereke

Adirbêcana ku gelê xwe tune dike ermenîyan sûcdar dike: daxuyanîya  fonda “Gêxard”

Fonda “Gêxard” der barê daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv yê ku gotibû “Ermenîstan gerekê hovîtîyên li Xocalûyê hatin kirin nas bike û lêborînê bixwaze”.

“Armênprêss” daxuyanîya fonda “Gexard” ê  raber dike.

“Li Arsaxê, li Îvanyana (Xocalû) dagirkirî, rêberê Adirbaycanê Îlham  Elîyêv ragîhandibû: “Ermenîstan gerekê bi xwe hovîtîyên li Xocalûyê hatine kirin nas bike û lêborînê ji me bixwaze”.

Di dema tevgera Arsaxê de, Xocalû ji hêla stratêjîk ve cihekî girîng digire.Salên 1988-1991 ê de xelqê Adirbêcanê yên Xocalûyê hatina ermenîyan, barkêşan, revandina ermenîyan, talankirin û topbarankirina gundên ermenîyan asteng kirin. Di wê demê de êrîşên Xocalûyê û Şûşîyê bi çekên cûre-cûre li ser niştecîhên ermenîyan (bi taybetî paytext Stêpanakêrt) nesekinîn, lewira rizgarkirina Xocalûyê û Şûşîyê ji bo hêzên rizgarîxwaz yên Arsaxê girîngîyek mezin bû.

Sala 1992  a meha sibatê de, di dema opêrasîyonên leşkerî de, hêzên ermenî korîdoreke mirovî ji bo rûniştvanên Adirbêcanê yên Xocalûyê peyda dikin ku ji niştecîhbûnê derkevin. Lê belê li nêzîkî gundê Şêlê li nêzîkî Axdamê, çekdarên enîya niştîmanîya Adirbêcanê  azêrîyên ku ji Xocalûyê derketine gulebaran dikin û paşê cenazeyan eblû dikin.

Çend roj piştî van bûyeran, Adirbêcan vê bûyerê wek “jênosîda” gelê sîvîl ku ji alîyê ermenîyan ve hatîye kirin, nîşan dide.

Ev teza çêkirî ya ku bi salan ji alîyê azîryan ve hatîye belavkirin, îro di asta dewletê de jî belav dibe.

Rastîya ku ev hovîtî ji alîyê azêrîyan ve hatine organîzekirin, ne tenê şahîdên ku ji Xocalûyê rizgar bûne, serokê berê yê Adirbêcanê Ayaz Mûtalîbov jî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya “Nêzavîsîmaya Gazêta” re eşkere dike. Li gorî wî barbarîya Xocalûyê ji alîyê hin hêzan ve hatîye organîzekirin ku wî bêrûmet bikin û daxwaza îstîfaya wî bikin.

Bi rastî jî di encama komployên sîyasî yên navxweyî de, li ser rêya desthilatdarîyê, azêrîyan ji qirkirina gelê xwe jî dudilî nebûn.

Di rastîyê de, rêjîma jênosîda azêrî, bi taybetî rêjîma qirkir ya Îlham  Elîyêv û serokê Adirbêcanê bi xwe ku li Sûmgaîtê, Bakûyê, Ganzakê, Arsaxê û herêmên din yên di bin destê wan de komkujî û qetlîyam li ser ermenîyan pêk anî, divê lêborînê bixwaze û îradeya gelê ermenî qebûl bike, ermenîyên Arsaxê li welatê xweda azad û serbixwe bijîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button