H’emû nûçeSereke
Ew yek ne nêzîkî aqilaye: Alên Sîmonyan derheqa behsên derbarê seredana Paşînyane li Bekûyê

Wextê qisa tevî rojnamevana, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan bersiva pirsa daye û derheqa wê pirsêda xeberdaye, bi kîjanê hatibû gotinê,wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr amade dibe meha mijdarê here Bekûyê. Serokê parlamêntê ew yek çawa tiştekî ne nêzîkî aqila hesab kirîye.
Em bîr bînin,wekî pêşda berdevka serokwzîrê Ermenîstanê Nazêlî Baxdasaryanê jî ew nivîsara sîyasîzanê azêrî Ahmed Şarîoglû çawa ya nerast hesab kiribû, bi kîjanê ewî gotibû,wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê meha mijdarê here Bekûyê û beşdarî forûma navneteweyî bibe.







