Sehetek, şeş beşdar: civîna sêalî ya li Waşîngtonê derheqa çi bû?

Berevajî gumanên berê, wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên karibû civîneke wezîrên karên der yên Ermenîstanê û Adirbêcanê li Waşîngtonê saz bike. Di van demên dawîn de, Adirbêcan bi eşkere hewl dide ku li ser platformên rojavayî ji civînên bi vî rengî dûr bikevin.Vê carê jî heta kêlîya dawî nedihat zanîn ku Adirbêcan wê vexwendinê qebûl bike û beşdarî civîna NATO ê bibe yan na.
Ermenistanê carekêra bersiv da dawetnameyê û razîbûna xwe da. Tevî ku ji wezîreta Ermenîstanêye karên derv jî dîyar kir ku li Waşîngtonê hevdîtin bi Mîrzoyan-Bayramov re nayê plankirin. Bi rastî, mirov dikare texmîn bike ku lihevkirineke bi vî rengî di rojeke mayîna wezîrên derve yên li Waşîngtonê de pêk hat û roja din jî civîneke sê alî hat organîzekirin.
Berevajî rasthatinên berê, ev yek girtîtir bû, derbarê encamên rasthatinê de agahî pir hindik in.
Tenê şeş beşdarên danûstandinên Waşîngtonê hûrgilîyên civînê dizanin, yên mayî neçar in ku ji raporên fermî yên hindik texmîn bikin. Hevdîtina Mîrzoyan-Blînkên-Bayramov bi qasî sehetekê dom kir, ev jî “dûraya demê” ya peyamên wezîreta Ermenîstanêye karên ya derbarê destpêk û dawîya civînê de ye.
Di danûstandinan de ji her alîyekî sê beşdar bûn. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, bi alîkarê wezîrê karên der Vahan Kostanyan û balyoza Ermenîstanê ya li Dewletên Yekbûyî Lîlît Makûns re bûn. Alîkarê wezîrê karên derve Cêym OBrayên ku di rojên dawî de bi awayekî aktîv serdanên herêmî dike û peyaman dide, li kêleka Blînkên rûniştibû.Dêlêgasîya Ermenîstanê herî dawî ket salona hevdîtinê.
Evana hûrgilîyên ku protokola dewletê destûr da ku bên dîtin ev in. Piştî civînê wezîreta karên der 3 hevokên ku naveroka wan giştî wiha ye belav kir: “Wezîr Blînkên pêşkeftina ku ber bi peymaneke aşîtîyê ya domdar û bi rûmet ve hat çêkirin nîqaş kir û bang kir ku gavên din bên avêtin da ku peyman zûtirîn dem de bê temam kirin”. Li gorî raporê, Blînkên her wiha bal kişand ser girîngîya aştîyê ji bo “pêşxistina girêdana herêmî ya ku dê bi kêrî tevahîya herêma Kafkasîya Başûr bê”. Di pêşgotina hevdîtinê de wezîrê Amêrîkayêyî karên der tekez kir:
“Nêzîkî sal û nîvekê Ermenîstanê û Adirbêcanê di warê mûzakereyên ji bo temamkirina peymana aştîyê de xebatên pir girîng kirin. Ev pêvajoyeke dirêj û bi rûmet e û derfeteke bêhempa ye ji bo her du welatan û herêmê û di nav de têkilîyên bi Amêrîkayê re. Di vê pêvajoyê de Amêrîka bi alîkarîya xwe, bi Yekîtîya Avropayê û gelek hevkarên din yên avropî piştgirî kir. Îro ji bo temamkirina pêşketinên ku bi dest ketine, ji bo temamkirina tiştên ku mane derfetek hatîye efirandin. Ez di wê bawerîyê de me ku her du welat jî gelekî nêzîkê lihevhatina dawîn in, Dewletên Yekbûî jî ji bo vê yekê pir piştgirîyê dike. Îro em ê bibînin ku Dewletên Yekbûyî yên din dikare çi bike ji bo ku lihevhatinek çêbibe”.
Piştî civînê, Blînkên ew di mîkrobloga X de bi bandor nirxand. Di mîkrobloga heman tora civakî ya Ararat Mîrzoyan de jî berteka alîyên ermenî tê dîtin. Di nivîsa xwe de wiha tê gotin: “Ermenîstan xwedî îradeya sîyasî ye ku di zûtirîn dem de bi Adirbêcanê re peymana aştîyê çêbike û îmze bike. Berî niha cîgirê wezîrê derve Cêyms OBrayên piştî serdana xwe ya Yêrêvanê ragîhandibû ku Ermenistan ji bo “gavên wêrek” amade ye.
Li Waşîngtonê jî bêyî beşdarîya alîyan rojeva aştîyê hat gotûbêjkirin. Bi taybetî jî ev bû rojeva hevdîtina wezîrê Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên û wezîra Almanîyayêye karên der Analêna Bêrbok.
Nûnerê fermî yê sêkrêtarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stêfan Dyûjarîk li ser hevdîtina ku li Waşîngtonê hat kirin nirxand û hêvîya xwe anî ziman ku proseya asayîbûnê encamên xwe bi xwe re bîne û di wê bawerîyê de ye ku baştirkirina peywendîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û çareserkirina pirsgirêkên dualî dê bibe sedema wê,bandoreke pir erênî ne tenê li ser van welatan, li ser tevahîya herêmê jî.
NATO bi xurtî piştgirî dide çareserkirina peywendîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê û pêkanîna peymaneke aştîyê ya mayînde. Ji alîyê xwe ve, nûnerê taybet yê sêkretarê giştî yê NATO êyî li Kafkasîyayê û Asyaya Navîn Xavîêr Kolomîna li ser mîkrobloga X ê nivîsîye.
Li gel hevdîtinên Waşîngtonê, li Ermenîstanê jî geşedanên li qadan diqewimin. Bi taybetî, çend demjimêran piştî civîna sêalî û formûlekirina Blînkên ya “Amêrîkayê ji bo ku lihevhatineke din dikare çi bike”, balyoza Dewletên Yekbûyî li Ermenîstanê Kwînê rewşa li ser sînorê Ermenîstanê-Adirêcanê bi mîsîyona sîvîl ya Yekîtîya Avropî re nirxand. Her wiha di van demên dawî de serdanên rayedarên payebilind yên Dewletên Yekbûyî y bo Ermenîstanê pir zêde bûne. Di mehên hezîran-tîrmehê de alîkarê wezîrê karên der Cêyms OBrayên, şandeke ku ji kongrêsman û sênatoran pêk dihat û seroka ajansa pêşketinê ya navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî Samanta Paûêr hat Ermenîstanê. Çend roj şûnda cîgira wezîrê derve yê din yê Amêrîkayê wê bê.
Cîgira wezîra Amêrîkayêye karên der ji bo ewlehîya sîvîl, dêmokrasî û mafên mirovan Azra Zeya dê di navbera 13-16 ê tîrmehê de li Ermenistanê be. Li Ermenîstanê ewê li ser mijarên xurtkirina hevkarîya ermenîya-amerîkî û pêşdabirina destkeftên Ermenîstanê yên dêmokratîk di warê serwêrîya hiqûqê, têkoşîna li dijî gendelîyê û rêformên dadwerîyê de gotûbêj bike. Ew ê ji Tibîlîsîyê bê Yêrêvanê.
Têkilîyên bi Rojava re ku bi lez pêş dikevin, muxalefeta Ermenîstanê dixe nava fikaran.Vahagin Mêlîkyan, balyozê berê yê li welatên cuda, piştrast e ku vêktor diguhere.
“Helbet ev hemû raste-rast Ermenîstanê tehdîd dike, ez ne ewlehîyê dibêjim, lê hebûna dewleta Ermenîstanê, bêyî ku mezin bikim. Bi rastî jî li herêmê pêvajo dijwar in, rewşa navneteweyî pir aloztir e, li kampên cuda verastkirinên cidî diqewimin. Ji alîyê Ermenîstanê ve polîtîkaya bi navê guherandina vêktorê bi awayekî tund berdewam dike û bi gavên lezgîn çiqasî red kir jî dev jê berda.
Serokê partîya “Komar” ê, serokwezîrê berê Aram Sargsyan, bawer dike ku xeter bi rastî ji Rûsîyayê tê. Ew îdîa dike ku hevalbendê Ermenîstanê yê de cûre dê her tiştî bike ku pêvajoyê asteng bike. Sargsyan îdîa dike ku alîgirên vê rêyê divê rastgo bin û bipejirînin ku armanca Rûsîyayê “bêlarûskirina” Ermenîstanê ya bi şert e. Di hevpeyvîna li gel “Factor”ê de, serokwezîrê berê her wiha behsa armancên rastî yên Rojava kir, ku di çend rojên borî de di peywendîyên xwe yên li gel aborînasên brîtanî de eşkere kir. Aram Sargsyan di wê bawerîyê de ye ku dema ku kesayetîyên rojavayî, bi taybetî Blînkên, behsa pêşxistina ragîhandina herêmî dikin, ku dê bi kêrî tevahîya Kafkasîya Başûr bê, ew behsa xeta gazê dikin. Rojava hewl dide ku dev ji gaza Rûsîyayê berde.







