H’emû nûçeSereke

 Festîvala 2emîn, ya  hunerî ya navneteweyî wê li Dîlîjanê bê lidarxistin

Mûzêya hunerên gel ya bi navê Hovhannês Şarambêyan bi piştgirîya wezîreta perwerdê, zanisîyê, çand û werzîşê ya Ermenîstanê wê di navbera 20-21 ê tîrmehê de  fêstîvala hunerê ya navneteweyî li Dîlîjanê li dar bixe.

Festîval însîyatîveke girîng e ji bo parastin û nirxdayîna mîrata çandî ya ne maddî di civakên Ermenîstanê de, mebesta wê ew e ku beşdarî vejandina jîyana civakê, qîmetkirina cîh û rola  hunerê, zêdekirina beşdarîya gel û her weha bipêşxistina tûrîzma çandî.

Di çarçoveya mîhrîcanê de li parka bajarê Dîlîjanê dê mînakên huner û hunerên cûre-cûre bên raberkirin: xemilandin, berhemên bêhempa yên ji dar û metal, xalîçe, zêrênerî, kulîk.

Nêzîkî 40 esnafê ji Ermenîstanê û derveyî welat dê beşdarî festîvalê bibin û berhemên xwe yên destçêkirî nîşan bidin. Mîmarîya gelêrî û jîyana bajarî ya Gyûmirîyê, mûzexaneyên jêolojîyê yên Dîlîcanê û Lorî-Pambakê, bîrdarîya lehengên Serdarepatê, mûzêya dîroka êtnografya û têkoşîna rizgarîxwaz ya ermenîyan, mûzêya rêzêrva dîrokî-arxêolojîk ya “Êrêbûnî” û “Mûzêyên rêzêrva dîrokî-çandî” wê bi pavîlyonên cuda û xizmeta parastina jîngeha dîrokî” bê raberkirin.

Komên govendê wê derkevin ser dikê, ji bo zarokan bername wê bên lidarxistin, bi taybetî navenda çanda teryan wê cil û bergên ermenî raber bike. Her wiha pêşandana şanoya sîyê, ders, temaşekirina fîlimek ku ji bo kesayetiyên ku di warê mîrata çandî de keda xwe kirine, û her weha tamkirina xwarinên cûrbecûr yên pêjgeha kevneşopî jî tê plan kirin.

Di sala 2022 a de yekemîn fêstîvala  hunerî ya navneteweyî li Gyûmirîyê hat lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button