Li Parîzê berîya lîstikên olîmpîyadê hejmara zîyaretvanên kafê û xwaringehan kêm bûye

Kêmbûneke derbekêra, ya hejmara serdanên dikan, kafê û xwaringehan li Parîzê ji ber koça nifûsa paytext û herikîna geştyarên bîyanî ya ji asayî kêmtir e li ber olîmpîyadên sala 2024 a, û gumanê dixe ser hêvîyên organîzatorên wê, qezenckirina ji lîstikan, rojnameya Financial Times, behsa nûnerên civaka karsaziyê dike.
Li gorî Bêrnard Kohên-Hadad, serokê konfêderasîyona karsazîyên biçûk û navîn li herêma Parîzê, hin xwedîyên xwaringehan di dayîna kirê û mûçeyan de pirsgirêk hene, ji ber ku hejmara zîyaretvanan 50 selefî kêm bûye. Kohên-Hadad gotîye: “Me texmîn dikir ku dê zehmetî hebin, lê me texmîn nedikir ku hejmara geştyarên fransî û bîyanî kêmbûnek wusa tund hebe”.
Serokê fêdêrasîyona pargîdanîyên bazirganî Frênsîs Palombî dibêje: “Rewşa aborî jixwe ji ber înflasîyon û bihayên bilind yên ênêrjîyê ji bo gelek kesan dijwar bû” . Naha, gelek parîsîyan, ji ber pêşkeftinên metirsîdar yên li ser karantînaya COVID-19, biryar dane ku zû ji bajêr derkevin, ewî gotîye.
Ofîsa tûrîzmê ya Parîzê û civata karsazîyê hêvî dikin ku rewş di dema olîmpîyadê de biguhere. Tê çaverêkirin ku geştyarên ji Rojhilata Navîn vegerin Parîzê û herwiha geştîyarên amêrîkî jî bi 15 selefî zêde bibin. Her wiha tê pêşbînîkirin ku di dema lîstikan de hejmara rêwîyên ji Avropayê bi 24 selefî zêde bibe.
Lîstikên olîmpîyadê yên Parîzê wê ji 26 ê tîrmehê heta 11 ê tebaxê bên lidarxistin.







