H’emû nûçeSereke
Li beşa Yêrasxê guhartina tabîya neqewimîye: wezîreta parastinê

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandîye,wekî li beşa Yêrasxê tu guhartineke tabîya neqewmîye.
“Van rojên dawî tê kifşê,wekî ji alîyê qulixdarîyên welatên mayîne mexsûsda, nava çapemenîya zimanê bîyanîda, înformasîyayên nerast derheqa şuxulkarîya hêzên Ermenîstanêye sîlihkirîda tê belavkirinê û wê yekêva girêdayî em berbirî civakê û hevkarên çapemenîyê dibin, ku ew hişarbin û dîna xwe bidine înformîasîya fermî”,-nava elametîya wezîreta parastinêda hatîye gotinê.







