H’emû nûçeSereke

Fitch ê rêjeya aborî ya Ermenîstanê di asta “BB” de bi pêrspektîveke îstîqirar piştrast kir

Dezgeha pîyandayînê ya navneteweyî Fitch ji bo danasîna erkên demdirêj yên bi diravên bîyanî û diravên neteweyî bi pêrspektîveke “îstîqirar” re rêza serwêrî “BB-” ya Komara Ermenîstanê pejirand.

Li gorî “Armênprêss”ê, ev yek di raporta ku ji hêla ajansa navneteweyî ya nirxandinê ve hatîye weşandin  hatîye gotin.

Ajansê destnîşan dike ku nirxa “BB” ya Ermenîstanê dahata serê mirovî û pêrformansa rêvebirinê ya li gorî hevtayan, pêrspektîvên mezinbûna bihêz û çarçoveyek sîyaseta makroaborî ya bi îstîqirar nîşan dide. Di heman demê de, kêmbûna girîng ya byûcêyê, dolarkirina bilind ya sêktora darayî û her weha xetereyên jêopolîtîk rê li ber zêdebûna rêjeyê digirin.

Ajansê amaje bi geşbûna aborî ya bilind ya Ermenîstanê jî kir ku ji ber koçberîya navxweyî ya bihêz ji Rûsîyayê, Bêlarûsê, Ûkraînayê û niha jî ji Qerebaxa Çîya berdewam e.

” Berhema navxweyî   ya rastîn di sala 2023 a  8,7 selefî zêde bûye û di çaryeka yekem ya sala 2024 a bi 9,2 selefî mezin bûye. Tê çaverêkirin ku sêktorên tûrîzm û têknolojîya agahî û ragîhandinê bibin ajokarên girîng yên mezinbûnê, destpêkirina xebata kana zêr ya Amûlsarê ji sala 2025 a vir ve ji bo hinardekirin û mezinbûnê dê erênî be” mezinbûn di 2024 de wê bibe 6 selef, di sala 2025 a da  5.5 selef, û  sala  2026 a da  5.1 selef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button