H’emû nûçeSereke

Êrdogan bona kirinên xweye li Qerebaxê cîhadîst dane xebatê: Ann Lorans Pêtêl

 Parlamêntvana parlamênta Fransîyayê, seroka koma dostîya Fransîyayê û Ermenîstanê Ann Lorans Pêtêlê mîkrobloga xweye X ê da derheqa elametîya Êrdoganda, ya derheqa beşdarbûna wextê şerê 44 roje nivîsîye.

“Êrdogan, yê ku dixweze êrîşê bibe ser Îsrayêlê, eşekere şirove dike wekî ewî ew yek îdî li Qerebaxê kirîye. Ewî usa jî cîhadîst dane xebatê, bona ku xirabkarîya xwe mîyaserke”,- parlamêntvana Fransîyayê nivîsîye.

Em bîr bînin Êrdogan gotibû,wekî gerekê qewatbin, ku Îsrayêl nikaribe wê yekê bike, çi ku dijî Felestînê dike.

“Em çawa ketine Qerebaxê û Lîbîyayê, emê wê yekê usa jî li wir bikin. Em gerekê tenê qewatbin.Roja îroyîn em hemû tiştî dijî Îsrayêlê dikin. Me kirîn-frotana tevî wê daye sekinandinê û pêwandî jî dane teribandinê”,- Êrdogan gotibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button