Li Ermenîstanê, ew plan dikin ku laboratoryekê çê bikin ku kalîteya hilberên herêmî kontrol bikin

Ji bo kontrolkirina kalîteya berhemên neteweyî li Ermenîstanê xwe amade dikin ku laboratoryeke îzotopan ava bikin. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di brîfînga piştî civîna hukumetê de ji rojnamevanan re agahî da.
Li ser daxuyaniya herî dawî ya ku li Rûsîyayê di derbarê birênda ne ewle ya ku li Ermenîstanê tê hilberandin de daxuyanî neda û da zanîn ku dezgeha ku ew serokatîya wê dike tu belgeyek fermî di vê derbarê de negirtîye. Li şûna wê, wezîr dîyar kir ku di çarçoveya yek ji bernameyên Yekîtîya Avropayê de niha xebatên ji bo danîna marqeya “Armenian brandy” tê kirin.
Û ji bo kontrolkirina kalîteya berhemên ermenî bi giştî, tê plankirin ku li Ermenîstanê laboratoryeke îzotop bê avakirin, ku li gorî wezîr, tê plan kirin ku ji sala 2025 a pê ve gavên pratîkî bên avîtin. Gêvorg Papoyan dîroka xebata laboratoryayê dîyar nekir, lê tekez kir ku eger proje neyê cîbicîkirin wê hilberînerên ermenî li ser şerta mecbûrî ya kontrolkirina kalîteya hilberên xwe li laboratoryeke avropî bên agahdar kirin. Bi vî rengî, encamnameya laboratîfê dê fersendek peyda bike ku bersivê bide pirsên rastîn û piştrastkirî yên di derbarê kalîteya hilbera hatî dayîn û gilîyên gengaz de.
“Armanca sîyaseta me ya aborî ew e ku em geşbûna domdar ya kalîteya mal û kar û barên ku li Ermenîstanê têne hilberandin dabîn bikin, da ku em wan li hemî welatan bifroşin û bi kêmanî tu pirsgirêkek bi kalîteyê ve nebin, û heke hebe, emê encamên mûayeneyên laboratorên navneteweyî raber bikin.”Ewî gotîye ku wezîreta aborî ya Ermenîstanê derbarê astengîyên der barê hinardekirina berhemê bo Rûsîyayê de tu hişyarî ji hilberînerên konyakê wernegirtîye.
Wezîr her wiha da zanîn ku di byûcêya dewletê ya sala 2024 a de ji bo kirîna alavên laboratorî yên herî dawî zêdetirî mîlyardek diram ji sazîya neteweyî ya standardîzasyon û mêtrolojîyê re hatîye veqetandin. Li gorî wî, dê di salên pêş de jî bernameyên bi vî rengî werin cî bi cîkirin. Di heman demê de, wek Gêvorg Papoyan jî behs kir, sêktora taybet şîyanên xwe yên laboratûran pêş dixe.
Wezîr, bêyî dîyarkirina markayên taybet, anî ziman ku konyakên ermenî yên ku ji Rûsîyayê re tên hinardekirin niha li wî welatî di ceribandina îzotopî de ne.







