H’emû nûçeSereke
Li Nor Yêdêsîayê wê dibistan bê çêkirinê, lê li Rya Teze jî komplêksa perwerdeyê

Hukumetê biryara “Li ser qebûlkirina bexşîna milk, yekkirina milk û dayîna mafê bikaranîna bêpere” qebûl kir. Tê plankirin ku li herêma Aragasotinê, li Eştarakê, li gundê Nor Yêdêsîayê, ji bo avakirina dibistanekê bê kirin.
Li gorî biryareke din, ji bo avakirina komplêkseke perwerdehîyê ya bi kapasîteya 144 cîhan li gundê Rya Teze ya navçeya Aragasotinê bê çêkirinê.
Li gorî biryareke din ya hukumetê, lîsteya dibistanên ku di bernameya “300 dibistanên ku heta sala 2026 a bên çêkirin, sererastkirin yan jî nûjenkirin” cîh digirin, tê plankirin ku bi 3 dibistanan bê dagirtin. Li gorî vê yekê tê pêşnîyarkirin ku dibistana navîn ya Voskêhatê ya li navçeya Armavîrê, Gêtapê ya li Şîrakê jî li rêzika heyî bê zêdekirin.







