
Partîya welatparêzên Kurdistanê (PWK) di daxuyanîyekê de ragîhandîye: “Dewleta Tirkîyayê di bêtehamûlîya xwe ya li dijî zimanê kurdî berdewam e”.
Daxuyanîya Byûroya ragehandinê ya PWKê:
Li gorî agahdarîyên ku li raya giştî belav bûne, dîyar dibe ku dewleta Tirkîyayê di bêtehamûlî xwe ya li dijî zimanê kurdî de berdewam e.
Şaredarîya bajarê mezin ya Amedê ji bo perwerdeya zarokan kreşa bi kurdî ya bi navê “Zarokistan” ê vekiribû.
Wezîreta karên navxwe ya dewleta Tirkîyayê di derbarê zarokistanê de lêpirsîn daye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 2 mifetişên milkîyeyê hatin wazîfedarkirin.
Herweha meclîsa şaredarîya Farqînê biryar daye ku navê qada bajêr ya ‘’Kiliçaslanê Yekemîn’’, biguherîne û bike ‘’Rindêxan’’. Lê belê, qaymeqamîya Farqînê gotîye navê “Rindêxan” ne bi tirkî ye û ev nav red kirîye.
Piştî ku walîtîya Dîyarbekirê û gelek qeymeqamtîyan qaîdeyên trafîkê yên bi kurdî yên wek ‘’Pêşî peya’’, ‘’Hêdî hêdî’’ reş kirin, niha jî wezîreta navxwe ya Dewleta Tirkîyayê û qeymeqamtîya navçeya Farqînê ya Amedê, bi helwesteke nû, dijayetîya xwe ya li dijî zimanê kurdî nîşan didin.
Em ji ber biryarên wan yên ji bo zimanê kurdî, ji bo dibistana zarokan ya bi kurdî, piştgirîya şaredarîya bajarê mezin ya Amedê û meclîsa şaredarîya Farqînê dikin.
Divê hemû xebat û prosedûrên şaredarîyan, li gorî pêkhateyên wî bajarî û wê navçeyê, bi pirzimanî bêne meşandin.
Bele, ji alîyekî ve kesên ku di dawetan de bi kurdî stranan dibejin têne desteser kirin, hinek kes ji ber ku bi kurdî axaftine tûşî êrîşan dibin, tên kuştin, ji alîyekî ve jî rayedarên dewleta Tirkîyayê bêtehamûlîyên xwe yên li dijî zimanê kurdî berdewam dikin.
Em bangî rayedarên dewleta Tirkîyayê dikin, di demeke ku TRT-KURDÎ, beşên ziman û edebîyata kurdî, dersa bijarte ya kurdî heye, dev ji vê sîyaset û helwestên xwe yên li dijî zimanê kurdî berdin, rê li ber êrîşên li ser kesên ku bi kurdî diaxivin bigrin û êrîşkaran ceza bikin.
Em bangî hemû şaredarîyên li Bakûrê Kurdistanê dikin ku, li gel zimanê tirkî, zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) wek zimanê şaredarîyê bikar bînin û navê kurdî yên bajar, navçe û herêman li gel zimanê tirkî bikar bînin, dibistan û kreşên bi zimanê kurdî li her şaredarîyê vekin.
Em bangî hemû kurdan jî dikin, di demeke ku êrîşên pir alî li ser zimanê kurdî tê meşandin, dive di her beşên jîyanê de, em zêdetir li kurdî xwedî derkevin, kurdî biaxivin, kurdî fêr bibin.
Zimanê me hebûna me ye.
Zimanê me rûmeta me ye.







