H’emû nûçeSereke

Mîşustîn bi serdana xebatê hatîye  Yêrêvanê

Serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn bi seredana xebatêva hatîye Yêrêvanê, li kîderê ewê îro beşdarî civîna şêwira hukumatên Avrasîyayê û forûma Avrasîyayêye êkonomîkî bibe.

Wextê civîna şêwira di navbera hukumatada, wê îro pirsên întêgrasîya nava dorana Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîda bêne gotûbêjkirinê, beşdarî kîjanê dibin serokên hukumatên Rûsîyayê, Ermenîstanê, Bêlarûsê, Qazaxstanê û Qirqizstanê. Guhdarîya cuda tê danînê li ser şuxulkarîya sûka hundur, senayê, transportê, gumrikê, malhebûna gundîtîyê û ênêrgêtîkayê.

Xêncî wê yekê, serokên hukumata wê alîyên hevkarîya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda , yên hetanî sala 2030 yî gotûbêj bikin.

Pêşda serokê hukumata Rûsîyayê bi seredana xebatêva çûbû Îranê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button