H’emû nûçeSereke

Îran bona Ermenîsîanê tenê cînar nîne, ew welatê doste, cimetên herdu welata hindava hevda germin: Papoyan

Himberî sala derbazbûyî, kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Îranêda zêde bûye û ew îdî gihîştîye 700 mîlyon dolarî. Derheqa wê yekêda, wextê vekirina navenda Îranêye kirîn-frotanê, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan gotîye.

“Meremê me ewe ku em pêşeroja nêzîkda wê reqemê bighînine mîlyardekî, lê paşê bighînine sê mîlyarda. Ez bi guman dibêjim,wekî nava karê mîyaserkirina xwestinên meda vekirina vê navenda kirîn-frotanê wê roleke mezin bilîze”,- Papoyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî  Îran bona Ermenîsîanê tenê cînar nîne, ew welatê doste, cimetên herdu welata hindava hevda germin. Ewî gotîye,wekî di navbera herdu welatada pêwandîyên kirîn-frotanê û sîyasîye six hene û herdu cimet baş hevdu nas dikin, lê bona pêşxistina pêwandîyên êkonomîkî hê potênsîyala mezin heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button