H’emû nûçeSereke

Serokwezîr nava çarçoveya BRICS+ da projeya “Xaçerêya aşîtîyê”  raber kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya civîna BRICS+ de projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê raber kirîye.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîr di axaftina xwe da ewil spasîya vexwendina ji bo beşdarbûna civîna formta  BRICS+ kir û spasîya serokê Fêdêrasîyona Rûsîyayê kir ku mêvandarî û organîzekirina civînê di asteke bilind de kirîye.

Ewî da zanîn ku têma civînê “BRICS û başûrê cîhanê ye: werin em bi hev re cîhaneke baş ava bikin”, û projeya veguhestin û ragîhandinê ya “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji hêla hukumeta Komara Ermenîstanê ve hatîye ragihandin, di vê çarçoveyê de herî baş e.

Esasê projeyê wiha ye: Ermenîstan amade ye û eleqedar e ku derbazbûna wesayît, bar, rêwîyan, girêdanên kabloyê di nav axa xwe de organîze bike. Rêya herî kin e di navbera Behra Reş û kendava Farsê di nav axa Komara Îslamî ya Îranê, Komara Ermenîstanê û Gurcistanê (rastîya bakûr-başûr) û kurttirîn rêya di navbera behrên Kaspîyê û Marmarayê de di nav deverên Komara Adirbêcanê, Komara Ermenîstanê û Tirkîyayê (rastîya rojhilat-rojava).

Rêya rojhilat-rojavayê, bê guman, dikare ji bo girêdanên veguhestin û ragîhandinê yên di navbera Komara Adirbêcan û Komara Nexîcêvan de jî bê bikar anîn. “Li gorî vê nêzîkatîyê, me mêxanîzmayên Adirbêcanê ji bo hêsankirina prosêdûrên kontrolkirina sînor û gumrikê û her weha tedbîrên ewlehîyê yên zêde  raber kirîye û rêzgirtina tam ya dadwerî û serwêrîya her du welatan digire”.

Serokwezîr Paşînyan careke din bal kişand ser wê yekê ku Komara Ermenîstanê dikare ewlekarîya derbazbûna  çavkanî, wesayît û mirovan di nav axa xweda wê bi temamî mîsoger bike.

 “Ev daxwaza me ye, erka me ye û emê wê garantî bikin û em ê her tim wê garantî bikin. Paşînyan di dawîya axaftina xwe de wiha gotîye: “Hemû gotinên ku dibêjin Ermenîstan bi beşdarîya welatekî sêyem di dabînkirina ewlekarîya peywendîyên li ser axa xwe ya serwêrî qebûl kirîye yan jî ev yek di belgeyekê de hatîye dîyarkirin, ne rast in”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button