Lîxtmanê pisporê hilbijartinên amêrîkî ser wê fikirêye,wekî Harîsê ser bikeve

Profêsorê ûnîvêrsîtêta Waşîngtonêye dîrokê Alan Lîxtman 29 ê cotmehê careke mayîn ew yek îzbat kirîye,wekî cîgira serokê dewletê Kamala Harîsê wextê hilbijartinên serokatîyê ser bikeve. Derbarê wê yekêda ajanêsa Reuters ê elam kirîye.
“Fikira mine ya 5 ê îlonê nehatîye guhartinê.Çawa ku min got, ew yek pirs, fikira pispora, bûyarên hilbijartinava girêdayî nîne”,-ewî gotîye.
Lîxtman gotîye wekî ji deh hilbijartinên serokatîyê modêla hilbijartina dane xebatê, ya ku li ser hîmê 13 pirsaye, yên ku çawa “kilîtên mala Sipî” tên navkirinê û fikirên pisporên sîyasî, usa jî encamên lêpirsîna sosîyolocî hesab hilnadin.
Partîya Dêmokratîk dikare şeş kilîta unda bike û dîsa kontrola mala Sipî bike.Lê Lîxtman gotîye wekî Harîs tenê çar kilîtên ji 13 a diteribîne. Bi fikira wî Harîsê 5 ê mijdarê ser bikeve.







