H’emû nûçeSereke

Aktîvîsta Eco Greta Tunbêrg COP29 li Bekuyê boykot  dike /vîdyo/

Aktîvîsta Eko Grêta Tunbêrgê ragihand ku ew COP29 boykot dike.Ewê bikaranîna forumê ji aliyê Adirbêcanê ve ji bo dûrxistina balê ji paqijkirina êtnîkî ya êrmenîyan li Arsaxê şermezar kir.

Di hevpeyvînekê de ligel OC Media ê, Tunbergê diyar kir ku çima wê biryar da ku li şûna ku beşdarî konfêransa avhewayê ya Bekûyê bibe, beşdarî xwepêşandana Tibîlîsê bibe.

“Adirbêcan welatek e ku bi giranî bi sotemeniyên fosîl ve girêdayî ye û rejîma Adirbêcanê jî planên berfirehkirina berhemanîna sotemeniyên fosîl heye.Şok e ku dewletek otorîter, girêdayî neftê ya mîna Adirbêcanê destûr dide ku bûyerek avhewa ya gerdûnî ya mîna COP ê mêvandar bike. Tunbergê gotîye: “Ev biryar ne tenê bandorê li avhewayê dike, di heman demê de heqaretek e ji bo kesên ku ji binpêkirina hawirdor û mafên mirovan dikişînin”.

“Ez naçim beşdarî COP29  ya Adirbêcanê bibim” û destnîşan kir ku konfêrans wê li welatekî ku rejîma wî zilmê li gelê xwe dike, paqijkirina êtnîkî ya li dijî ermenîyan berdewam dike û guh nade krîza avhewayê, pêşî li berfirehkirina fosîlan digire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button